Awirek li dîroka Êzîdîtiyê
Awirek li dîroka Êzîdîtiyê
Dema weşanê: Gelawêj 9, 2014, 12:05 Dîtin: 662

Werin em pêlekê li dîroka Kurdên Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye sere wan mêze bikin, nexasim piştî fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî: 1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî ku deranî; bi kuştin, talankirin û firotina Êzîdiyan.. Û wiha ta roja îro toşî 74 fermanên enfalkirinê bûne, ku a 03.08.2014an a dawî ye. Vêca her ku fermanek dijî wan rabûye, ji neçarî, ji ber mirin û xweparastinê, di berriya Mêrdînê re, berê xwe dane Çiyayê Şingalê, hêlîna azadî û serxwebûnê, keleha xwîniya… Û wiha gelek ji wan eşîr, bavik û berên Êzîdiyan xwe gîhandin çiyayê Şingalê, yên nikarîbûn li berriya Mêrdînê, di nav eşîrên Kurdên misilman de mane û xwe parastine..
(Lo lo Derwêşo! Min ê ti malê zehif û zor ji te navê.. bera kerîkî miya bê.. rebozekî hespa bê.. boşekî deva bê.. konekî reşî erebî, ser bîst û çar stûna bê.. mêkutekî ji darê darbena bê.. Ez ê vî konî vegirim li quntara çiyayê Evdilezîzê, delavê Çilqîza, Kepezê Mila, raserî Wêranşarê.. Ez ê berê vî konî bidim siyê, li min heram bê, ti carî berê wî nadim tavê.. Min ê e’hdek ji rebê xwe re daye; Piştî Derwêşê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban mehra mêra li min heram bê…)
Di baweriya min de, roja îro parastin û guhdana bi bi çiyayê Şingalê û geliyê Laliş, parastin û guhdana Kurdistanê ye. Danhev û komkirina qewlên pîroz, pêşxistin û dewilmendbûna zimanê Kurdî ye.. Eger her olek xwe bi pirtûkek pîroz pesin dide, bêguman qewlên pîroz di ola êzîdiyan de xwe pesin didin..