Berhemeke zêrîn ji Konê Reş – Stêrên Welatê Qedexe
Berhemeke zêrîn ji Konê Reş – Stêrên Welatê Qedexe
Dema weşanê: Rêbendan 27, 2014, 10:04 Dîtin: 735

Pirtûkeke giranbûha li ser navdarên Kurd bi berheva nivîskarê kurd Konê Reş ve kete ber destê xwendevanên zimanê Kurdî de. Pirtûka ku ji berhevdanka nivîskarê Kurd Konê Reş hatî berhevkirin û hatî çapkirin ji 282 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji aliyê Rêveberiya Çap û Belavkirinê ya Duhokê ve hatiye çapkirin. Berheva zêrin ji lêkolîneka li ser nêzîkî 30 navdarên Kurd pêk tê û hurehur û berfirehiyên jiyana wan darêjê pêşberî xwendevanan.

Nivîskarê Kurd û di heman demê de lêkolînvanê wêje û hunera Kurdî Konê Reş li ser pirtûka xwe weha dibêje.

Çend Gotinên Pêwîst
Mijarên vê berhevokê (Ji Stêrên Welatê Qedexe), di çax û demên têvel de hatine nivîsandin. Her stêrek li gor ronahiya xwe xeber dide û li gor navê her stêrekê min derfet daye ronahiya wî..
Ez kêfxweş dibim ku xwendevanên zimanê kurdî li ber ronahiya van stêran ber xwe bibînin û rêçikên durist di pêvajoya xebata rewşenbîriya kurdî de ji xwe re bibijêrin û her wiha xwe ji xebatê bê par nehêlin. Her yek ji rex xwe ve kevirekî di avaniya rewşenbîriya kurdî de deyne..
Bela serboriya van stêran ji me re bibe navtêdan, dehifdan û sorkirin ber bi parastina ziman û rewşenbîriya kurdî ve…
Fermo evin navên ku di vê pirtûka min, beşê yekemîn de ne:
Cegerxwînê Hesarî (1903 – 1984), Osman Sebrî (1905 – 1993), Casimê Celîl (1908 – 1998), Celîlê Celîl ( 1936 – ), Hemze Begê Miksî ( – 1958), Mihemedê Seîd Axa (1928 – 1960), Mihemed Arif Cizrawî (1912 – 1986)
Mellayê Cizîrî (1407 – 1481), Dr. Qasim Miqdad (1932 – 1992), Aram Dîkran (1934 – 2009), Şivan Perwer, Melle Ehmedê Namî (1906 – 1975), Seydayê Tîrêj (1923 – 2002), Musa Anter (1918 – 1992), Roger Lescot ( 1914 – 1975), Nelson Mandela, Dr. Ehmed Nafiz (1899 – 1968)
Sebrî Botanî (1925 – 1998), Mihemedê C. Seyda (1918 -2005), Remezanê Berzencî (2004 – 1930), Dr. M. Nûrî Dersimî (1892 – 1973), Mihemed Şêxo (1948 – 1989)
Hizniyê selîm (1932 – 2008), Elîkê Betê (? – 1919), Mele Nûriyê Hesarî (1934 – 2011), Hecî Mûsa Begê Xwêtî(1855 – 1928), Memdûh Selîm Begê (1897 – 1976), Rezoyê Osê (1950 – 2010), Seydayê Keleş (1930 – 2007), Hunermend Seîd Yûsiv (1947 – )
Di beşê duyemîn de, ez ê hewil bidim gelek navên din bînim ber çavan.
Konê Reş, Qamişlo, 26.02.2014

 

Rewanbej.com/pirtuk

koneResSterenWelateqedexe