Ji Evîna Rojên Kevin; Xwedîkirina Mêşên Hingiv
Di piraniya gundên Beriya Mêrdînê de (Mêşên Hingiv) dihatin xwedîkirin. Nexasim di gundên ber pala çiyayê Mêrdînê û Omeryan de. Ji ber ku gundê min Doda ji wan gundan bû, di navbera beriyê û çiyê de bû û bi erdnîgariya wî nehatibû lîstin, xweş war bû ji xwedîkirina mêşên hingiv re.. Hêza xwedîkirina xwe ji mêşa hingiv re, ji deştê û çiyê distand û xweş mêrg bû ji çêra wê re. Çend mal di gund de hebûn mêşên hingiv xwedîkirin, yek ji wan mala me bû. Mêşdanên gundiyan tev li ser bênderan bûn, dûrî sergoyên çepel û lewitî bûn. (Mêşa hingiv hez qirêj û gemarê nake..) Mêşdana me jî li ser bêndaran bû û ta niha kavlên wê xuya ye.
Mêşdan; xanîkek dervî gund bû. Ew xanîk li ser bênderan ji bo xwedîkirina mêşan dihat avakirin. Kewarên mêşan di wî xanikî de li ser hev, bi rêz dihatin danîn. Sêncek wek hewşekê bi keviran an bi kelpîçan ji wî xanîkê mêşdanê re hebû. Di wê sêncê de, ji pêş ve hin tûmên şînahiyê dihatin çandin û çend gurzên pûşê hişk ji bo rawestandina mêşan dihatin daliqandin û sêpiyek, zembîlek di ser re nixumandî, di bin re melkesek daliqandî ji bo berdana mêşan û xweliserdanînê hebû, digel ku teştek av û hin qirşik di nav de ji bo vexwarina mêşan di wê sêncê de hebû.. Gelek caran bavê min ji min dipirsî; te av ji mêşan re biriye..? Min misînek av dibir, berdida wê teşta ava mêşan..
Kewar; mal û hêlîna mêşa hingiv bû. Kewar ji axa sor ya xam ku hîn destan pê nelîstiye dihat çêkirin. Cihekî taybet ji axa sor, bi navê (Axsorkê), di nav tixûbên gundê me de hebû, xelkên gund yên ku kewar an tenûr çêdikirin, axa xwe ji jê dibirin. Ew ax serad û bêjing dikirin, bi hin kaya hûr û avê dikirin cebila heriyê, ew herî qenc bi lingan û destan distiran û ji wê heriyê wek ku tenûr çêdikirin, wiha jî kewar çêdirkirin. (Hêjaye gotinê; di wî heyamî de zarokên ku nû çêdibûn, ew ax, di nav lingên wan de dihat werkirin, ji bedêla bodraya ku îro di nav lingên zarokan de werdikin.. Ez bixwe yek ji wan zaroka me..). Ew kewar gulover bûn, ne wek kewarên ku roja îro ji textan têne çêkirin û çar qorzîn e. Kewar di mêşadanê de bi rêz li ser hev datanîn. Berê mîşdanan û kewaran tim li başûr bûn. Bi tenê kunek (qulek) di pêşiya kewarê de, ji bo çûn û hatina mêşan hebû.. Vekirina kewaran, derxistina hingiv û paqijkirina wan ji paş ve bû. Paşiya kewarê jî bi qapaxekê ji eynî heriyê li gora devê kewarê dihat çêkirin û pê dihat girtin û vekirin.
Wek ku min gotiye ji ber ku xwezaya gundê me xam bû, bi cografiya wî nehatibû lîstin, di navbera çiyê û destê de bû, gelek cûreyên giya, kulîlk, pincar û şînahê di nav tixûb û xala gund de şîn dihatin û xweş mêrg bû ji çêra mêşên hingiv re.. Rezê me jî di bakurî gund de baş çêre, star û bêhinvedan bû jê re..
Dostekî bavê min î Mesîhî bi navê Behdê ji gundê (Demxiya) hebû, wî jî, wek bavê min mêş xwedîdikirin. Gelek caran digel kurê xwe Ibrahîm dihatin mala me, nexasim di meha Nîsanê de û alîkariya bav min di paqijkirina kewaran de dikir.. Dema ku dihat, gundî lê kom dibûn, her yekî problemên mêş û kewarên xwe jê re digot.. Sala ku baran pirr ba bavê min kewarên me dinixumandin û her pêlekê li wan mêze dikir, ka av bi ser wan de hatiye an dilopan li wan kiriye an an..
Di destpêka Nîsanê de, dema ku mêşan qula xwe, ya ku di serê zivistanê de bi (Senîtê) girtibûn, vedikirin û derdiketin, bavê min û dostekî xwe, gelek caran Behdê yê Xiristyan bû, kewarên me paqij û restore dikirin. (Di destpêka Payîza dawî de mêşa hingiv qula kewara xwe bi Senîtê digire û di destpêka Nîsanê de vedike. Senît ew girêja ku mêş jê nanikê şana hingiv çê dike).
Havînî, bi sorbûna zebeş û petîxan re bavê min kewarên me vedikirin. Şanên tije gingiv dixistin teştekê de.. Mala me ji mêvan û xizmên me dibû wek karnafalê; yak dihat û yek diçû.. Ez û birayên xwe jî li dor teşta hingiv diçûn û dihatin; me liqmên hingiv davêt devê xwe, dev û destên me bi demûş dibûn û mêşên malê bela xwe ji me venedikirin..
Dema ku kewar vedikirin, diya min şanên hingiv dixistin bêjingekê de, ew bêjing di hundirê teştekê de, baş ji binê teştê bilind bi çî dikir, hingivê rihin û safî di bêjingê re dinesilî teştê. Diya min ew ê di bêjingê de mayî bi herdû lepên destên xwe digivaşt, ew hingivê bi şanê ve mayî jî, di nav tiliyên wê re dinesilî teştê.. Ji pêmayê wê guvaştinê jî, bi ava gerim hin hingiv û şerbet derdiket, lê ne zêde baş bû.. ji şimaya wî hingivî jî mûm çêdikirin (Min nedît..), tayên xwe pê qewîn dikirin û yê mayî dibirin Amûdê û Qamişlo, difrotin dikançiyên Cihûyan û Xirstyanan.
Di meha Temûz û Tebaxê de mêşa berdida; mêşên zêde xwe ji kewaran berdidan.. Berî ku mêşên me berdin, her roj bavê min çavnerîna kewaran dikir.. ku biçûya cihekî dûr ji me re digot; çavê we li kewarên mêşdan be, wê mêşên me berdin.. Dema ku berdidan bavê min bang me dikir û digot li tenekê xin.. Me bazdida tenekakê an beroşekê û bi kevirekî an darekî an bi heskê me li binê tenekê an beroşê dixist û dikir teq-teq û req-req.. Ew teqteq û reqreq nîşan bû ji gundiyan re, yên ku mêşên wan hebûn; ev mêşa berdayî ya me ye.. Hem jî digotin; mêşa hingiv, bi dengê teqreqê re ji heyecan dikeve û sist dibe..! Dema ku mêşê berdida wek gogek reş î dirêjokî berê xwe dida Bakur, xwe li şînahiya rezê me û çiyê digirt.. Qet berê xwe nedida Başûr.. Pirê cara li ser darên rezê me yên bihîva datanîn, wek goşiyekî tirî pê ve dihatin daliqandin.. Gelek caran jî xwe bi melkesa wî sêpiyê ku bavê min di pêş mêşdanê de danîbû digirtin.. Piştî ku datanîn, bavê min an yekî din kewarek nû di bin goşiyê mêşa berdayî de bilind dikir, ew goşiyê mêşan bihejana kewarê di bin de dixist kewarê de û devê wê digirt.. Paşê ew kewar jî, dixist reza kewarên di mêşdanê de.. Sala ku baran bi xêr û bêr ba, bavê min du caran kewarên me vedikirin.. Digotin; giyayê ku mêşa hingiv bêtir hezê dike; Xuşîl, Beleqeran û tev kulîlkên çolo ye.. Hem jî digotin; dijminên mêşa hingiv; Moza sor, Şalûl û Beq in..
Konê Reş
Qamişlo/08/04/2019