Jînenigarî ya Konê Reş

Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî Kurd e. Di malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûye. Ji mêj ve hez ji ziman, folklor û toreya gelê xwe kiriye. Û wiha gelek berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên Kurdistanî de hatine weşandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin. Û bi şêweyekî serketî li her çar perçeyên Kurdistanê hatiye naskirin.  

   Konê Reş, yek ji wan kesên pêşî ye ku di van çil salên dawî de li Rojava bi zimanê kurdî nivîsandiye. Hêjî bi kar û barên xwe yê nivîsandina bi zimanê kurdî berdewam e. Ew hebûna gelê kurd di hebûna zimanê kurdî de dibîne û her dem dibêje: "Zimanê me dîroka me ye". 

   Hêvî û daxwazên wî jî evin ku wê rojê bibîne, ew roja ku her sibeh rojnameyeke kurdî bi tîpên latînî li ber deriyê mala wî be û bi rêka wê rojnameyê, nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwîne. 

   Konê Reş, di sala 1953'an de li gundekî ji gundên pir belav di navbera tixûbên Rojava û Kurdistana Bakûr de, bi navê Doda de hatiye ser rûyê dinyê. Gundê wî di navbera Qamişlo û Amûdê de ye. Navê wî yê rasteqîn Selmanê Osmanê Abdo ye. Ji encamê keda xwe bi navê (Konê Reş) di seranserî Kurdistanê hatiye naskirin. 

   Li ciyê ku lê hatiye dinyê xwendina xwe ya seretayî temam kiriye‚ paşê li Qamişlo û Hesekê lîse “bakalorya” standiye û gelek hewl dane ku xwendina xwe ya bilind bi dawî bîne, lê pê re neçûye serî ta ku di Almanya Rojava re derketiye.

   Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye. Di gelek kovar, rojaname û belavokên Kurdî de beşdariya wî heye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt berhemên wî hatine weşandin û belavkirin.

   Ji kesên pêşîn e di vê qonaxa nû de li Rojava, piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleş, Rezoyê Osê, Derwêşê Xalib, Deham Ebdulfettah û yên mayî ku bi zimanê Kurdî nivîsandiye û hêjî berdewame.. 

   Ew xwediyê kovara “Gurzek Gul” bû, digel hevalê xwe A. Baqî Huseynî ta bi hejmara 10`an, paşê wî bi tena xwe ta ku hejmarên wê gîhane 15`an berpirsiya kovarê kiriye. Ew kovara ku di navbera salên 1989 - 1992'an de, li Qamişlo, li nav Kurdên Binxetê dihat belav kirin.

   Konê Reş gelek xelat standine. Ji wan xelatan: Xelata Zêrîn ji Hikumeta Herêma Kurdistanê di sala 1998'an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya Kurdî û di sala 2000'î de jî, bi helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê, ji aliyê wezîrê rewşenbîrî yê hikumeta herêma Kurdistanê, birêz Felekeddîn Kakeyî ve hatiye xelat kirin, 

   Di sala 2003'an de Konê Reş li Amedê beşdarî di sedsaliya Cegerxwîn de kiriye. 

   Konê Reş ji dor 15 salan ve endame di PENa Kurd de, ya ku şaxeke ji PENa Navnetewî ye. Û ji tebaxa 2006 an de, bûye yek ji helbestvanên (Poetas del Mundo) û jê re rûpelek, di nav her 8 helbetvanên Kurdistanê de hatiye terxan kirin.. Ev yekemîn care ku navê Kurdistanê di cihekî cihanî de bi helbestvanên wê bilind dibe.. www.poetasdelmundo.com.

   Di meha Nîsana sala 2006'an, di Festîvala Bedirxan ya sisiyan de li Hewlêra paytext, beşdarî festîvala Bedîrxan bûye û xelata festîvalê standiye. 

Hin ji berhemên Konê Reş:

- Serpêhatiyên Mîran (1) Beyrût 1991

- Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî, Şam 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997 

- Serhildana Sasonê, 1925-1936, Şam 1995, bi zimanê erebî ye.

- Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, Erbîl, 2000, bi zimanê erebî ye.

- Osman Sebrî, 1905-1993, Şam, 1997

- Dîroka Qamişlo, Lêkolîn bi zimanê erebî ye. Stenbol, 2003, Heleb, 2004 û Silêmaniyê, 2006, Şam, 2012.

- Welato!, Helbest, Beyrût, 1998

- Dergehê Jîn û Evînê: Helbest, Beyrûrt, 2001

- Cûdî Çiyayê Miradan: Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004

- Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006

- Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, êlûna 2010.

- Sîpan û Jîn, helbestên zarokan:I. Beyrût, 1993

- Şagirtê Bedirxan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.

- Helbestên zarokan: Amed (Diyarbekir) 2013.

- Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 - 2012, lêkolînek berfireh e, Duhok 2013. 

- Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Stanbol, 2013.

- Malbata Bedirxaniyan (Geşta Têkoşîn û Janan): Ev pirtûk bi zimanê Erebî ye, Qamişlo 2016.

- Kurdên Êzidî li Sûriyê: Qamişlo 2017.

- Ji Geşt û Serdanên Min: Ev pirtûk germane ye. wek ku bi zimanê Ingilîzî dibêjin; (Voyages Literature), Qamişlo 2017.

- Osman Sebrî 1905-1993: Jînenîgarî û çend nivîs û helbestên nû, çapek nû ye. Qamişlo 2017.

- Gurzek Êş: Helbest, wergerandina zimanê Erebî Xalis Musewir, Qamişlo 2017.

Digel ku çend berhemên wî yên din amade ne ji çapkirinê re hene..

Konê Reş

Konê Reş

Nivîskar