40 saliya wefata Mîr Kamîran Bedirxan
Werin, werin.. Werin em lehengekî din ji lehengên Kurdistanê bibîr bînin.. Werin, em Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin. Yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geş dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin..
Wî ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê (Roja Nû) û (Stêr) weşandin.. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11'ê adara 1970'î de, Barzanî jê xwest bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamostayê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Şingalê de..
Dawî, di roja 04.12.1978'an de, berî 40 salî li Parîsê di dûrî û koçberiyê de koça dawî kir.. Ew jî wek piraniya ap, bira û pismamên wî di mişextî û zîvariyan de mir.. Yezdanê mezin canê wî ber bi banê gerdûnê ve bilind kir..
Erê werin, werin piştî 40 salî, em vî lehengê Kurd yê payebilind bibîr bînin.. Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?!
Miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet nexercê jiyanê ye..
Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978'an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîşkî re li Parîsê.. Anku ew bê gore! Rehma Xwedê li wî û tev neferên malbata wî be. Rehma Xwedê li canê tev lehengên Kurdistanê be.
Konê Reş, Qamişlo, 01.12.2018