Welat û Evîn: Di 30 saliya koçkirina (Mihemed Şêxo) de
Welat û Evîn: Di 30 saliya koçkirina (Mihemed Şêxo) de
Dema weşanê: Adar 9, 2019, 6:53 Dîtin: 888

Mihemed Şêxo; mirovekî wek me tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; Mirovekî bi bûyerên gelê xwe ve girêdayî bû.. Wî tev temenê xwe di ber bîr û baweriyên xwe de xerckirin, bê ku hayê wî ji malê dinyê û dîrokê hebe.. Ez yek ji dostên wî bûm û evîndarê guhdariya stranên wî me.. Bi guhdariya stranên wî re ez mest dibim!. Stranên wî bandoreke mezin di hiş û derûna mirovê kurd de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex (welat û evînê) ve dehif dide.