Di Roja Cîhanî ya Zarokan de dîwaneke helbestên zarokan
Di Roja Cîhanî ya Zarokan de dîwaneke helbestên zarokan
Dema weşanê: Gelarêzan 22, 2013, 4:50 Dîtin: 678

Dîwana zarokan bi navê (Helbestên Zarokan: Sîpan û Jînê û Şagirtê Bedirxan im) ya nivîskar Konê Reş ji aliyê weşanxaneya Aram ê ve li Amedê çap û belav bû. Dîwan 110 rûpel e.

Di beşeke danasîna pirtûkê de nivîskar dinivîse: ’’ Wek ku diyare zarokên cîhanê dibin çavnêrî û parastina (UNICEF) de ne UNICEF jî ‏şaxekî bingehîn e ji ‏şaxên netewên yekgirtî (UN), zarokên kurdan jî, beşek in ji zarokên cîhanê. Lê mixabin ku di vî warê çavnêrî û parastinê de bê par in. Piranîya wan ji bo xatirê nanê zikê xwe, kar û xebatên çetîn û dijwar, di bajarên rojhilata navîn de dikin, ew kar û xebatên ku di bend û mercên netewên yek girtî (U.N) de qedexene.

Bi mebesta ku îsal /2013 / 67 sal di ser damezrandina UNICEF re derbas dibe, ez ji dil û can vê dîwana helbestên zarokan diyarî zarokên gelê xwe dikim û bi hêvî me ku nivîskar û hozanvanên kurd, zarokan ji berhemên xwe bê par nehêlin, eger em yên îro ne, ew yên pêşerojên me ne.

Yekî wek Xwedê jê razî Ehmedê Xanî ji berî 300 salî ve ji bo zarokên kurdan nivîsandiye û gotiye:

Ev çend kelîme ji lûxatan
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Ne ji bo sahib rewacan
Belekî ji bo biçûkêt kurmancan

Yê min jî, wek xemxwar û zikêşekî zimanê kurdî, ez vê dîwana helbestan ji zarokên gelê xwe re pêşkêş dikim. Ji bo wan zarokên me yên ku hin bi hin û bê dil, dûrî zimanê dê û bavê xwe dikevin.

Basnews