Ji bo salvegera koça Barzanî nemir
Ji bo salvegera koça Barzanî nemir
Dema weşanê: Adar 1, 2014, 7:09 Dîtin: 664

Dost û hevalên hêja, sibeha we bi xêr!.
Di rojek mîna îro de 01.03.1979, berî 35 salan Barzaniyê nemir, sermelekê pêşmergeyan, koça dawî kiriye!
Konê Reş, Qamişo, 01.03.2014
1
Bazo, sermelekê pêşmergeyan!
Di bîranîna 35 saliya te de,
pêlên evîna şop û şûna te,
Bêrîkirina nav û dengê te,
serborî û rêbaza te,
Li ber çavê me diraqisin û semayê dikin,
di guhê me de bi zingezing in û
bîr û baweriyên me, di bin navê te de dibin yek;
Ey amadeyê di nav me de mîna rokê…!
Ey dara beriwa, dara bi hêl û hêz..!
Va em di bin siya navê te de xwe diparêzin..
Ji berê te, xweş fêkî û êmîşî dixwin..
Û bi navê te, xwe paye dikin û pê sûnd dixwin…
2
Nemiro, zindiyo! Sermelekê pêşmergeyan!
Va di bîranîna te de welat me dikene..!
Gulîstan û daristanên wê,
Bi ava (Êlûnê), têne avdan..
Qesir û qunaxên wê, Bi lat û zinarên Derbendîxan,
Zozik, Soran û Baziyan bilind dibin..
Navê Xanî û Bedirxan, Hefîd û Goran
bi tîpên zêrîn di sînga welat de têne nivîsandin..
Welatîno werin, tev werin..!
Em bi hev re serboriya BARZANIYÊ NEMIR nixwînin;
ji Barzana berxwedanê, Mehabada xwînlî,
peravê Aras, Şoreşa Êlûnê, 11ê Azarê
Û ta bi Gulana rengîn..
Ey zindiyo! Sermelekê pêşmergeyan.
Konê Reş

09